KitapSeç | 9,9 |
Yaklaşık 2 İş Günü |
|
|||||
Satıcı: KitapSeç Satıcı Ünvanı: ADRES7 Elektronik Ticaret ve Bilişim Hizmetleri Anonim Şirketi İletişim: Satıcıların iletişim e-posta adresi kitapsec tarafından kayıt altındadır. |
Xebatên ku mirov dikare wek “kurdolojî”yê bi nav bike yan jî bixe nav çarçoveya kurdolojîyê li çend welat û navendên cuda dest pê kirine. Yek ji van welatan jî Rûsya ye lê ne bi tenê Rûsya welatên ku dikevin hînterlanda wê jî. Berhemên ku ji alîyê vê ekol an jî kevneşopîyê ve hatine afirandin heta niha kêm li kurdî hatine wergerandin. Ev berhem jî yek ji wan xebatan e û va ye li kurdî hatiye wergerandin û digihîje ber destên we. Pirtûk ji alîyê komek pispor (M. S. Lazarev, Y. Î. Vasîlyeva, M. A. Hasratyan, O. Î. Jîgalîna, Şekroyê Xudo Mihoyî) ve hatiye nivîsandin ku ji alîyê raya kurdî ve tên naskirin û Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî Li Moskowê û endamê Akademîya Zanyarî ya Ermenistanê Şekiroyê Xudoyê Miho ji bo çapê amade kiriye. Ji sê beşan û heşt binbeşan pêk tê. Her çiqas navê Kurdistana Nû li pirtûkê hatibe kirin jî mirov dikare bibêje “dîroka kurdan a piştî Îslamîyetê” ye. Ev pêvajoya ku serdemeke nêzî hezar û pênsed salan digire nav xwe qonax bi qonax hatiye ve gotin. Ji ber ku serdemeke têra xwe dirêj e gelek bûyer û qewimîn tê de hene. Her beşek ji alîyê kesekî/ê ve hatiye nivîsandin.
Ji bo amadekirina pirtûkê ji gelek çavkanîyan sûd hatiye wergirtin, di beşa pêşîn de qala wan çavkanîyan û taybetîyên wan tê kirin û ew çavkanî di dawîya pirtûkê de li gor beşan hatine dayîn. Dîsa di dawîya pirtûkê de kronolojîyeke kû ji 637’an dest pê dike û bi 1999’an bi dawî dibe hatiye bicihkirin.
Di pêşgotinê de ji bo vê berhemê wiha tê gotin: “Xwedanên vê pirtûkê pirsdanînên mezintir û giranbuha datînin pêşîya xwe. Wana hewl dane îzbatîyên sereke, ku der heqê dîroka gelê Kurd a pirsedsalan de ne, li ber xwendevanan raxin. Ji bo pêkanîna wê armancê wan bi piranî xwe li serketinên di Kurdzanîya Rûsyayê û Yekîtîya Sovyetan de heyî girtine, ku hetanî van demên dawîn jî di Kurdzanîya cîhanê de pêşengî dikirin. Bêguman, ew berhem jî hatine xebitandin, ku ilmdarên welatên dereke der heqê Kurdan de nivîsîne.”
Pirtûk ji alîyê Têmûrê Xelîl ve ji Rûsî bo Kurdî hatiye wergerandin û Weşanxaneya Lîsê jî pêşkêşî dîn û bala we dike. Şik û guman tê tune ku dê ji bo xebatên kurdî çavkanîyeke kêrhatî be. Bixwînin û bi xwe biryarê bidin ku kurd "sêwîyên dîrokê" ne yan na.
1 |
Başlangıcından Günümüze Türkiye Cumhuriyeti Tarihi Siyasal Kitabevi |
125.00 TL
106.25 TL
| 1128 adet Satıldı |
2 |
Günümüz Türkçesiyle Nutuk Yapı Kredi Yayınları |
70.00 TL
49.00 TL
| 906 adet Satıldı |
3 |
Devlet-i Aliyye Halil İnalcık İş Bankası Kültür Yayınları |
150.00 TL
105.00 TL
| 740 adet Satıldı |
4 |
Yakın Tarihin Gerçekleri Kronik Kitap |
145.00 TL
94.25 TL
| 521 adet Satıldı |
5 |
İmparatorluktan Cumhuriyete Halil İnalcık Kronik Kitap |
125.00 TL
100.00 TL
| 521 adet Satıldı |
6 |
Timurlenk Kronik Kitap |
195.00 TL
159.90 TL
| 466 adet Satıldı |
7 |
Türklerin Altın Çağı Kronik Kitap |
125.00 TL
100.00 TL
| 436 adet Satıldı |
8 |
Şu Çılgın Türkler Turgut Özakman Bilgi Yayınevi |
350.00 TL
245.00 TL
| 385 adet Satıldı |
9 |
Mitoloji 101 Say Yayınları |
200.00 TL
156.00 TL
| 383 adet Satıldı |
10 |
Sultanı Cihan Abdülhamid Han Yavuz Bahadıroğlu Nesil Yayınları |
170.00 TL
110.50 TL
| 322 adet Satıldı |